NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîsk şehadeta şervanekî xwe ragihand. YPG da zanîn ku şervanê wan Hogir Narîn Botan (Abdulazîz Yeşîl) ji ber nexweşiyê şehîd bûye. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“Roja 26’ê Tebaxê hevalê me Hogir Narîn Botan di encama nexweşiyê de li Hesekê gihîşt şehadetê.
Heval Hogir di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di demekê de ku têkoşîna azadiyê li Rojava û bakurê Sûriyê bi pêş diket, te li refên me bû. Heval Hogir bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedakar û mutewazî dihat nasîn û di her kêliya jiyanê de ev sekna xwe parast. Hevrê Hogir heta kêliya dawî bi berpirsiyariyeke mezin tev li kar û xebatên şoreşê bû û erkên xwe bi azweriyeke mezin bi cîh anîn.
Em di şexsê hevrê Hogir de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Hogir Narîn Botan
Nav û paşnav: Abdulazîz Yeşîl
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Tahîr
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 26 Tebax 2021