NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker hîn jî tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan dide meşandin û rê nade parêzer û malbatê ku serdana wî bikin.
Bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de hemleyên greva birçîbûnê berdewam dikin.
Girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de 27`ê Mijdarê bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina sûcên di girtîgehan de li dijî girtiyan tên kirin, dest bi greva birçîbûnê kir.
Têkildarî mijarê, berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Hebûn Mihemed tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Bi demê re dijmin tecrîdê girantir dike û ji bo rakirina tecrîdê, girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de dest bi greva birçîbûnê kir. Em jî piştgiriya wê hemleyê dikin.”
Hebûn Mihemed da zanîn ku ew ê hemû awayan piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin, çi bi rêya lidarxistina çalakiyan be yan jî beşdariya ji hemleyên greva birçîbûnê re be.
Hebûn Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: “Ger tecrîda li ser Rêbertî neyê rakirin û di aliyê fîzîkî de neyê rizgarkirin, em ê bê deng nemînin û ji bo vê yekê em ê tê bikoşin.”
Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û got: “Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêbertî me pêngava ‘Teqez em ê bi ser bikevin dem dema azadiya rêber Apo ye’ ragihand. Bi rêya vê pêngavê gelek çalakî hatin lidarxistin û hîn jî pêngav berdewam dike. Di heman demê de dê bibe wesîleya birêxistinkirina civakê, nexasim ji bo birêxistinkirina gel a li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî.”
Di armanca rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 15`ê Tebaxa 2020`an pêngavek bi dirûşma “Teqez em ê bi ser bikevin, dem dema azadiya rêber Apo ye” hate destpêkirin û di çarçoveya vê pêngavê de gelek çalakî hatin organîzekirin.
Mihemed Mehmûd îşaret bi berdewamkirina têkoşîna li dijî faşîzma Tirk kir û got: “Heta Rêbertî di aliyê fîzîkî de rizgar bibe, em ê li dijî dagirkeriya Tirk tê bikoşin.”
Mihemed Mehmûd bêdengiya civata navneteweyî şermezar kir û da zanîn ku gelê herêmê û ciwanên wê baweriyê bi sozê hêzên derve naynin.
Rêxistinên navneteweyî û di serî de CPT li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, bê deng in.