REQA – Turnuveya futbolê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lîstokekê di navbera Tîma Serêkaniyê û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê de bi dawî bû.
Turnuve ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi beşdarbûna 16 tîman hate organîzekirin. Tevahî maç li bajarê Reqayê li dar ketin.
Turunve bi serketina Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi (1-0) bi dawî bû.
Desteya Ciwan û Werzîşê tîma serkeftî xelat kir, her wiha xelatên ferdî dan hin lîstikvanan.