NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 283’yemîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 262’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 245’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50’yemîn, di roja 283’yemîn de berdewam dike. Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Destûrê nadin em bi kurdî biaxivin
Mehmet Emîn Ado ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T tê girtin, diyar kir ku wî neçar kirine navê kesên bi kurdî bi wan re hevdîtinê bike bi daxwaznameyeke navê wan ragihîne.
Mehmet Emîn Ado yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T tê girtin, bi telefonê hevdîtin li gel malbata xwe pêk anî û behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir. Ado destnîşan kir ku ew bi zextên sîstematîk re rûbirû mane Û wiha got: “Dema me ji odeyê derdixin zorê li me dikin ku em kunyeya xwe bixwînin. Dema em li heqê xwe digerin jî cezayên dîsîplînê didin me. Qedexeya 3 mehan a hevdîtinê li me birîn. Axaftina bi telefonê ya heftane li gel ku 20 deqîqe ye jî 10 deqîqe didn me. Zorê li me dikin ku em navê kesên bi wan re bi kurdî diaxivin bidin wan. Destûrê nadin ku em bi kurdî hevdîtinê bikin. Wextê ku em di telefonê de hevdîtinê dikin, gardiyan li ber me disekinin û guhdar dikin ka em bi kî re çi diaxivin.”