NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Surî di bin şiyara “Werin Cenga Azadiyê” de cur bi cur çalakî û aktivîteyan pêk tîne.
Vê êvarê jî bi heman armancê Ciwanên Qamişloyê şahiyek lidar xist.
Şahiya ku li stada 12’ê Adarê de pêk hat bi beşdariya dehan ciwanan ve dest pê kir. Şahiyê de ciwanan diyar kir ku ewên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe bidin çiyayên azad û li dijî dagirkeriyê li gel gerîla şer bikin.
Şahî bi siloganên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Seok Apo” ve qediya.