LAVRİO – Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin ji hêla koma 50’emîn hate wergirtin. Çalakî îro, di roja 246’an de bi merasîmekê ji hêla koma 49’an re dewr hate standin.
Çalakgeran diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were dê bi biryar berxwedana xwe bimeşînin.
Merasîma dewr girtinê bi diruşmên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan Azadi” bi dawî bû.