ŞEHBA – Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 welatî ji gundê Bedîna revandin.
Hate zanîn ku Şakir Hesen Cafer (28), Luqman Reşîd Bekir (44), Mihemed Zekeriye Mihemed Caro (25) û Mihemed Menan Îbiş (45) hatine revandin.
Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan li beramberî hezar û 500 lîreyê Tirk welatiyê bi navê Mihemed Îbiş serbest berdaye.
Heta niha aqûbeta her sê kesên din ne diyar e.