NAVENDA NÛÇEYAN –
“Niha ji her demê bêtir dema gerîla ye. Divê em gerîlatiya çiya, ya deştê û ya bajaran pêş bixin, li her deverê bi awayeke afrîner xwe bi rêxistin bikin û biparêzin. Divê em bibin civakeke ku di ferqa parastina xwe de ye, civakeke bûye gerîla. Divê em weke civak weke kadroyên partiyê ên di nava karê civakî de ne jî, weke gerîla bijîn û tevbigerin. Pêwîste li her dera ku Kurd lê dijîn, li hember êrişan amede bin.”
Di van demên dawî de li hemberî gelê me li tevahî Kurdistanê û bi taybetî jî li metropolên Tirkiyê, deverên ku Kurd lê dijîn, êrişên faşist û nijadperest tên meşandin. Bi awayeke şênber li Îzmîrê, li Enqere, Afyon, Kayserî û herî dawî jî li Konyayê êriş çêbûn û Kurd hatin qetilkirin. Di van komkujiyan de Denîz Poyraz li ber çavên tevahî raya giştî di danê nîvro di navenda HDP’ê de hat qetilkirin. Her wiha li Konyayê 7 kesên ku ji malbata Dedeoglu bûn hatin qetilkirin. Rejîma dagirker jî ev komkujî weke bûyerên ji rêzê, dozên xwînê yên di navbera du malbatan de nîşan da. Dîsa ji bo reşkujiya Denîz Poyraz jî weke kesekî ji PKK’ê nefret dike, xwe negirtiye û çûye ev êriş, bi serê xwe kiriye da nîşandan. Yanî qirkirina gelê Kurd û gelên din ên li Tirkiyê, weke bûyerên ji rêzê nîşan didin ku raya giştî û ya cîhanê dixapînin. Bêguman ev rêbazên şerê taybet in û ji dema avakirina komara Tirkiyê ve didomin. Niha bi awayekî sîstematîk li her devera ku Kurd lê dijîn kiryarên bi vî awayî dikin. Ev ne bûyerên nû ne û ne jî cara yekem e ku gelê me pê re rû bi rû dimîne. Ji destpêka avakirina komara Tirk tevahî gelên li wir dijîn, kirin qurbana berjewendiyên xwe yên nîjadî. Ji bo dewlet-netewa xwe ku xwe dispêre yek milet, yek dewlet, yek ziman û yek alê pêş bixin, li ser tevahî civakên li Tirkiyê hegemonyaya xwe ava bikin, ev kiryar kirine rê û rêbaz. Hebûna xwe li ser tunekirina gelê Kurd, Ermen, Rum, Asûrî û Suryanî dane avakirin. Tevî ku di avakirina komara Tirkiyê de ked û xwîna tevahî gelan û di serî de jî ya Kurdan heye, komara Tirk bi hev re rizgar kirin û avakirin jî, lê belê piştî komar ava bû şûnde ew klîka netewperest û olperest a ku xwe disparte Îttîhad-Terakî bi hêz kir, sozên ku dabûn gelê Kurd û gelên din hemû înkar kirin. Dema ku nerazîbûna gelan li hemberî înkarê çêbû jî dest bi îmhayê kirin. Wer bawer dikin ku ger Kurdan û gelên din qir nekin, wê nikaribin hebûna xwe mîsoger bikin. Hebûna xwe di tunekirina Kurdan û gelên din de dibînin. Ji bo wê jî ev nêzî sed sal in komara Tirk ji dema ku hatiye avakirin heya niha komplo li ser komployan, plan li ser planan çêdike. Tevahî serhildanên Kurdan bi komployan provoke kirin, paşê jî ew tepisandin. Komara Tirk bi çeteyan li ser piyan dimîne.
Li Tirkiyê hikûmetên bûne desthilat hemû hikûmetên şer ê taybet in
Daîreya şerê taybet ava kirin, li Tirkiyê bi rê û rêbazên şerê taybet civak xapandin, mirovên herî bijare û pêşneg ên nava vê civakê qetil kirin. Karsazên wê, rewşenbîr û zanayên wê, serok û mezinên wê, di şexsê jin û zarokan de rûmet û şanaziya wê civakê hemû hatin hedefkirin, qetilkirin, tepisandin û îradeya wan hate şikandin. Ji dema Teşkîlata Mahsusa ve ev kiryar bi destê hin saziyên dewletê ku weke çete ne, hate kirin. Bi salan bi destê JÎTEM’ê, kontr-gerîla, Hîzbullah li Kurdistanê reşkujî pêk anîn. Niha jî li Kurdistanê weke amûrên şerê taybet, Hîzbullah, kontra, ocaxên Osmaniyan, ocaxên Ulkuciyan, cerdevanên gundan, akademiya polîsan a ku weke daîreya şerê taybet kar dike, MÎT û notirvanên kolanan çêkirine. A herî bi tahlûke jî ew e AKP-MHP girseya xwe bi çek kirine. Her Tirkek weke kontrayekî hatiye perwerdekirin. Ji berê de jî bi hêzên mafya re têkiliyên veşartî hatine danîn, bi destê tetikkêşên mafya ve pir tişt li Kurdistanê hatin meşandin. Bi derketina tevgera me ya azadiyê re hemû rê û rêbaz xistin dewrê, rêbazên herî qirêj, ên ku nayên aqilê mirovan hatin bikaranîn. Bi vî awayî li Kurdistanê weke me li jor jî anî ziman; xwestin civaka Kurd bixin nava pergalê, ger bi rêbazên şerê taybet neyên rê, bi kuştina kesên temsîla aqil û wijdanê civakê dikin hewldan bikin. Hemû rê û rêbaz bi kar anîne, di van salên dawî de jî bi hevkariya DAIŞ’ê, destwerdaye parçeyên din ê Kurdistanê. Li Bakur û parçeyên din ê Kurdistanê komkujiyan pêk tînin. Dîroka Kurdistanê tijî komkujî ye, ger em hemûyan nehejmêrin jî, 28 serhildanên Kurdan bi komkujiyan bi dawî bûne. Di berdewama wê de, komkujiya Maraşê, ya Sêwasê, ya Roboskî û hwd bi sedan komkujî hatine kirin. A herî dawî jî ya Konyayê hate kirin. Dema mirov li van hemû kiryarên dewleta Tirk temaşe dike, ev rastî derdikeve holê; komar piştî avakirinê ji xeta xwe ya rast, ango ji xeta biratî û wekheviyê ya ku di navbera gelê Kurd û Tirk de diviyabû pêk bihata, qut bû. Van her du gelan ev welat bi hev re rizgar kiribûn, bi hev re tevgeriyabûn. Komar ji vê xetê derket, kete xeta netewperest, yekperest û nijadperest. Bû, sîxurê hêzên navnetewî. Li ser xeta Îttîhat-Terakkî, bi hêzên hegemonya cîhanê ve hate girêdan. Sîxurtî û notirvaniya pergala hegemonîk a cîhanê kir û dike. Ji bo bikaribe vê xeta cendirmetiya pergala cîhanê ya hegemonîk pêk bîne, divê nijadperest û faşîst be. Divê sazî û rêxistina xwe li gorî wê ava bike, divê argumanên xwe di civakê de jî belav bike. Xeta nijadperest û faşîst pêş dixe, di nava civaka Tirkiyê de tovên neyartiyê diçîne û siyaseta xwe jî bi vî awayî dimeşîne. Li cihekî nijadperestî û faşîzm hebe, li wir reng, netew û baweriyên din nayên qebûlkirin, mafê jiyanê û mafê xwe birêxistinkirin û siyasetkirinê namîne. Li wir kîn, nefret, redkirin, bêtehemulî, ji rê derxistin, dest avêtin, înkar kirin derdikeve pêş. Ev, rastiya dewleta Tirkiyê. Heya niha hemû hikûmetên ku bûne desthilat, hikûmetên şerê taybet in û notirvaniya pergala hegemonîk bi awayekî herî baş pêk anîne.
Di bin navê bekayê de biryara qirkirin û îmhakirina Kurdan dane
Di roja me ya îro de AKP bi temamî projeya hêzên hegemonîk e. Di van salên dawî de jî di bin navê bekayê de biryara qirkirin û îmhakirina Kurdan dane. Dixwazin bi plana çokdanînê û hilweşînê polîtîkaya qirkirinê bibin serî. Ji bo vê polîtîkayê bi ser bixin, sazî û rêxistinan ava dikin; ji serokomar heya welatiyekî Tirkiyê ji bo qira Kurdan bînin her kes seferber e. Her kes li ser vî esasî tê perwerdekirin. Ev tişta ku tê kirin, siyaseta dewletê ye û ji jor ve ev siyaset tê meşandin. Di van salên dawî de li gorî plana çokdanînê, li ser civaka Tirkiyê û bi taybet jî li ser civaka Kurdistanê planên qirêj ên şerê taybet xistine meriyetê. Bi taybetî bi destê tîmên taybet, JOH, POH, MÎT’ê ve bi rêya madeyên hişbir, bikaranîna jinan û ciwanan di hêla cinsî de, dîsa bi rêya tirsê ciwanên Kurd dixînin û sîxurtiyê li ser wan ferz dikin. Ji bo civaka Kurd dûrî têkoşîna azadiyê bikin, wan bê îrade bikin, hem rêbazên nerm, bi pereyan hem jî rêbazên şantaj û tirsê bi kar tînin û gelê Kurd tînin asta dijî şoreşê. Lê niha ji bo îradeya gelê Kurd bişkînin, bi awayekî eşkere, li ber çavên cîhanê jinan, zarokan kesên temen mezin bêyî ku cudahî bixin navê, bi şêwazên herî wehşî û faşîzane qetil dikin. Li tu devera cîhanê nehatiye dîtin ku mirov bi saxî ji helîkopteran bên avêtin. Lê belê dewleta Tirk piştî şehadeta hevrê Egîd Civyan, bi hinceta ku alîkariya gerîla kirine du welatparêzên me yên ji gundên Şaxê ku li nava zeviyên xwe û li ber pezê xwe bûn girtin û piştî îşkenceyeke giran ji helîkopterê avêtin. Ji bo îfade li ser wan nedin jî xwestin di nexweşxanê de bikujin. Dîsa komkujiyek li ser malbata Şenyaşar, li ber çavên raya giştî kirin. Tenê ji bo welatparêz in û kujer jî AKP’î ne, hemû delîl îmha kirin, ji malbata mexdûr a Şenyaşar hinek jî girtin xistin zîndanê. Dîsa di vê dema desthilatdariya AKP –MHP’ê bi sedan zarok û jin hatin kuştin, li qadan, li zîndanan, li gundan, di malên wan de, li metrepolan, li kolanên bajarên Kurdistanê û li her derê Kurdan dikujin. Kuştina Kurdan her tim ji ber pevçûnan pêk nayê. Gelek caran jî bi awayekî kêyfî Kurdan dikujin, tenê ji bo ajoyên xwe yên faşîst û nijadperest tatmîn bikin, dikin. Lê belê bi giranî tişta ku tê kirin wer bûyerên ji rêzê û kesekî nîn in. Ev polîtîkayeke dewletê ye û bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Tevî ku raya giştî dizane dewlet tewambar e jî, weke ku kenê xwe bi gelê me bikin, senaryoyên qanûnî û hiqûqî çêdikin, dixwazin bi wan senaryoyan raya giştî bixapînin. Bal kişandina ser aliyê hiqûqî jî bi zanebûn û nêzîkatiyeke polîtîk e. Ji bo ku kesên mexdûr serî li rêbazeke cuda ya çareserî nedin, ji bo mafê xwe nekevin nava lêgerînê, serî li rêyên cuda nedin, berê civaka Kurd didin çareseriyên hiqûqî û qanûnî. Ji xwe dema mijarek biçe dadgeha Tirkiyê tu carî bi awayekî adîlane nayê çareserkirin. Ji ber ku hiqûq dewletê, qanûna dewletê diparêze û ji bo parastina desthilatdaran e. Divê tu carî civak û bi taybetî jî gelê me hewara xwe bi hiqûqa dewletê nekin û çareseriyê ji wê hêvî nekin.
Endama Komîteya Navendî ya PKK Xalîde Engîzek