SİLÊMANÎ – Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî îxaneta PDK û ji bo piştgiriya gerîla di tevgerê de ne.
Erişa herî dawi ya PDK a li dijî gerîla li her derê welat û derveyê welat di nav gelê Kurd de rastî nerazîbûnê hat. Taybet ciwanên Kurd ji bo protestokirina vê îxanetê dev ji qadan bernadin.
Ciwanên Başûr jî demeke ji bo protestokirina heman rewşê cur bi cur çalekiyan ve derdikevin pêş.
Herî dawî li Silêmanî Tevgera Gencanî Welatparêz ji bo Pirotestokirina îxaneta PDK’ê û piştgiriya gerîla pirtûkên Rêber Apo belav kirin.
Ciwanan diyar kir ku pirtûkên Rêber Apo belavkirinê ve ew wek ciwanên başûr li dijî PDK’ê helwesta xwe diyar dikin û piştgiriya xwe li gerîlayên Kurdistanê re eşkere dikin.
Gelê heremê Eleqeyeke mezin nîşanê ciwan û pirtûkên Rêberê Gelan dan.