NAVENDA NÛÇEYAN –
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiya ku şervanên wan pêk anî ev agahî parve kir:
“Li hember artêş û çeteyên dagirker çalakiyên hêzên me yên bersîvdayinê berdewam dikin.
Li roja 5ê Îlonê, li nêzî gundê Basufanê ya navçeya Şêrawa, hêzên me li hember çeteyên dagirker çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, seyareyek hat ruxandin.”