ŞIRNEX – Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî şewat derket.
Li herêmê birîna daran û şewata daristanan bênavber didome. Li herêmên Çala Nêriya û Geliyê Tozê yên Çiyayê Cudî şewat derket. Şewata ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye derxistin her ku diçe belavî qadeke berfirehtir dibe.
Her wiha şewata ku çend roja bêriya niha li gundê Spîndarok ê dikeve quntarên Çiyayê Cudî derketibû jî bi xwe vemirî.