KOBANÊ – Bi beşdariya bi dehan ciwanan meş ji girê Miştenûrê ber bi kolanên bajêr ve çû. Ciwanan pankartên”Kujerên şehîdên çiyayê Zendora Barzanî ye” rakirin û ber bi qada Jina Azad a bajarê Kobanê ve çûn.
Li qada Jina Azad endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Firatê Îbrahîm Ehmed daxuyanî xwend.
Di daxuyaniya Ciwanên Şoreşger de ev hate gotin: “Em êrişên dawî yên ku PDK`ê li dijî gerîlayan pêk anîn û di encamê de 7 gerîla şehîd bûn, şermezar dikin. Di heman demê de em soza berdewamkirina têkoşînê û piştgiriya berxwedana gerîla didin. Her wiha em ê li dijî her kesên ku dijbertiya Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên parastina gelê Kurd dikin, bisekinin.
Di dawiyê de em bang li tevahî ciwanan dikin ku asta têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk û alîgirên wê, bilind bikin.”