NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, di roja 287’emîn de, li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 266’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 249’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 50’yemîn, di roja 287’emîn de berdewam dike. Ji 14’ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Li Girtîgeha Bandirmayê zext zêde dibin
Mehmet Saît Karabûlût ê bavê girtî Sîpan Karabûlût ê li Girtîgeha Bandirmayê tê girtin bal kişand ser şertên nebaş ên girtîgehê û bi lêv kir ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyê bi awayekî fîzîkî tacizî wan dikin.
Sîpan Karabûlût (25) ê di sala 2016’an de li Stenbolê hat girtin, piştî 2 salan li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmara 5’an ma wî sewqî Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa T a Hejmara 2’yan kirin. Karabûlût ê 151 rojan di çalakiya greva birçîbûnê ya di 8’ê Mijdara 2018’an de ku bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabe hatibû destpêkirin de mabû, gelek pirsgirêkên tenduristiyê pê re derketin û niha nexweş e. Bavê girtî Mehmet Saît Karabûlût, diyar kir ku nexweşiyên kurê wî hene û di girtîgehê de zextên li ser girtiyan zêde bûne.
‘BILA ZEXT BI DAWÎ BIBIN’
Karabûlût, da zanîn ku ji ber girtîgeha kurê wî lê dimîne dûre nikarin biçin hevdîtina wî, tenê dikarin bi telefonê pê re biaxivin û wiha got: “Piştî ku kurê min leşkerî kir hat girtin. Di îdianameya wî de tiştekî berbiçav tune ye. Li ser girtiyan zexteke mezin heye. Dema wan dibin nexweşxaneyê peywîrdar ji wan re dibêjin ‘Hûn ne nexweş in, derewan dikin’. Heta girtî dibêjin li wir tacîza fîzîkî jî heye. Em dixwazin dengê me belav bibe, bila zexta li ser zarokên me bi dawî bibe. Di qawişa kurê min de 3 girtiyên nexweşên giran hene. Nikarin pêdiviyên xwe rojane bi tena serê xwe dabîn bikin, hewcehî bi piştgiriya kesan heye. Şert û mercên girtîgehê gelek xerab in.”
DIXWAZE KURÊ WÎ WERE BERDAN
Karabûlût, anî ziman ku her carê nikarin biçin Balikesîrê hevdîtina kurê xwe û wiha axivî: “Em bang li rayedaran dikin, bila girtiyên nexweş demildest berdin. Em nikarin biçin zarokên xwe bibînin. Hin malbat hene çend sal in zarokên xwe nabînin û nikarin biçin hevdîtinan. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe. Tenê daxwazeke me heye bila ev şer bi dawî bibe û êdî dayik negirîn.”