ŞEHBA – Komeleya Gaziyan a Herêma Efrînê konferansa xwe ya damezrîner li navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xistin. 200 kes ji komeleya “Fecir” a gaziyan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, Kongreya Star, meclisên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî konferansê bûn.
Hola konferansê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana Serdemê hate xemilandin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî, bal kişand ser siyasetên dewletên kapîtalîst ên li dijî gelên Rojhilata Navîn û got: “Di cîhanê de du sîstem hene, ya yekemîn sîstema modernîteya kapîtalîst û ya duyemîn sîstema modernîteya demokratîk e. Di navbera her du sîsteman de şer berdewam e. Kapîtalîzm hewl dide Rojhilata Navîn bike navenda tecrûbeyan, lê ji ber ku modernîteya demokratîk ev siyaset eşkere kirin, êrişên modernîteya kapîtalîst li ser sîstema demokratîk zêde bûn.”
Şîraz Hemo diyar kir ku dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî encamên van siyasetan in.
Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Fewzî Mistefa lidarxistina konferansê pîroz kir û got, ev konferans derfeteke da ku pirsgirêk û kêmasiyên komeleyê nas bikin û çareseriyan jê re bibînin.
Mistefa banga xurtkirina têkoşînê li hemberî hewldanên çewistandina çand û nasnameyê kir.
Di konferansê de, endama rêveber a Meclisa Yekitiya Êzidiyên Rojava Sûad Hiso behsa armanca dewlet Tirk ji êrişên domdar ên li ser Şengalê û wiha domand: “Armanc hedefgirtina dîroka dû dirêj e ya ku temenê wê dighêje hezarên salan. Ji ber ku êzidî xwedî dîrokeke dirêj û çandeke kevnar e. Lew ra divê li hemberî van êrişan rêxistinbûyîn û parastin pêwîst in.”
Paşê endamê komeleyê Gîvara Efrîn rêzikanmeyê komeleyê xwend.
Di dawiyê de hilbijartin pêk hatin. Di encamê de Elî Mihemed Tirk, Îmad Mihemed Qetrano, Mihemed Elo, Rêzan Mihemed, Roşîn Bîlal, Omer Misto, Ziyad Şêx Mehmûd, Elî El-Elî, Ednan Ebdurehman wekî endamên rêveber ên meclisa komeleya gaziyan a herêma Efrînê hatin hilbijartin.