DÊRÎK – Li Heremên Parastina Gel de şêrê gerîla yê ku li dijî dagirkeriya Tirk her roj mezintir dibe. Piştî Artêşa Tirk ber bi têkçûnê ve çû îxaneta PDK’ê kete devre. Taybet şahadeta 7 gerîllayan ku ji aliye PDK’ê ve pêk hat bû dilopa dawî.
Me mîkrofonê Ajansa Nûçe Ciwan dirêjê dayîka Rabîa kir.
Dayîka kul i hember îxanetê bedel daye wiha got:
“Navê min Rabîa ye. Ez ji Dêrîkê me. Di nava Kurdan de xiyanet didome. Henek xayîn dibêjin li her çar parçeyên Kurdistanê de PKK dibe sedema şer. Ewqas pêşengên Kurdan şer kirin ma ew bûn sedema şer? Divê dev ji vê xayintiyê bê berdan. Îro dewleta Tirk bi deste pêşmergê roj û malbata Berzanî gerîlayan şehît dixe. Niha jî bi Tirêsan ve ji bo dewleta Tirk rêyan çê dike. Êdî ev îxanet bese. Heta dilopa xîna xwe ya dawî emê li dijÎ vê îxanetê bisekinin.
Di sala 1999’an de keça min û 3 hevalên wê ji aliye PDK’ê ve bi qelaşî hate şehîd kirin. Lawê min jî di sala 2001’an de di şerê YNK’ê de şehîd bû. Êdî bi rastî jî îxanetê re bese.”
Dayîka Rabîa Helbest û sitrana ku li ser zarokê xwe û tekoşînê çêkiriye got û diyar kir ku êwên li dijî îxaneta Pêşmergê Roj ên ku gerîllayan şehîd dixin bisekinin û ewê zarokên xwe yên din jî li dijî îxanetê bide doza welat û li gel zarokên xwe û gerîlayên Kurdistanê şer bike.