TEBQA- Mîhrîcana Şehîd Sterwan ku cara sêyemîn tê lidarxistin, li Tebqayê dest pê kir. Mîhrîcana ku li Tebqayê bi dirûşma ‘Bi Rengê Jinên Ciwan, Emê Şoreşa Çandî Geş Bikin’ dest pê kir, îro saet di 10’an de bi beşdariya jinên ciwan û gel dest pê kir û heta saet 4’ê dewam kir. Di vekirina festîvalê de, axaftin hatin kirin, piştre komên folklor û muzîkê hunerên xwe nîşan dan. Dema ku çanda Ereban di festîvalê de xwe nîşan dida, qad bi gelek tişt û wêneyên çanda Rojhilata Navîn hat xemilandin.
Di dawiya festîvalê de ku gelek sazî û kes beşdar bûn, xelat ji YPJ, Komuna Jinan a Zenyûmya, Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Ciwan Herema Cizîr, Wezareta Ciwan û Werzîşê, Ewlekariya Giştî û gelek sazîyên din re hatin dayîn.
Festîval bi moral û heyecan bi dawî bû.
Mîhrîcana Şehîd Stêrwan ku cara sêyemîn hat lidarxistin, tê payîn ku di 16-17-an de li Kobanê, di 20-21-an de li Cîzîrê, 22-23-an li Şehba were li dar xistin.