BEHDÎNAN – Eyaz Kerem bi peyamek deng diyar kir ku beşek ji hevrêyên wî ji roja Dûşemê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa wan gelek xerabe.
Yek ji girtiyên Behdînan Eyaz Kerem têkildarî rewşa girtiyên Behîdanan peyamek bi deng ji çapemeniyê re şand. Eyaz Kerem bi peyamek deng diyar kir ku beşek ji hevrêyên wî ji roja Dûşemê ve dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa wan gelek xarebe.
Di peyamê de wiha tê gotin: “Îro ji girtîgeha Asayîşê veguhestin Girtîgeha Çaksazî ya Gewran, li wir her çiqas xwestine bi hev re bin, lê hev cuda kirine. Her yek birîne cihekê û agahiya wan ji hev nîne. Rewşa wan li girtîgehê gelek xerabe. Doza me siyasî ye. Li girtîgehê êşkenceya derûnî, bedenî me kirine. Îfadeya me guhertine. Rê nedane em parêzerên xwe bibînin.”
Eyaz Kerem bang li Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir ku rewşa girtiyên ketine grevê bişopînin.