LAVRÎO – Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê di roja 251’emîn de didome. Li ciyê çalakiyê pankarta “Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a wargeha Lavrîoyê di roja 251’an de berdewam dike” hat daliqandin. Berî merasîmê ji bo cangoriyên rêya azadiyê rêz hat girtin.
Çalakger Hüseyin Aras axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û hevkariya KDP’ê û wiha got:
“Ev êrîşên dewleta nijadperest bi sedsalan e li ser gelê kurd didome lê tu carî encam negirtinin û encam nagrin jî. Gelê Kurd gelekî berxwedêre tu carî serê xwe li ber van hovan natewîne. Îxaneta KDP’ê ya Barzanî jî şermezar dikim. Bila demildest ji vê îxanetê vegere. Em wek wargeha Lavrîo heta tecrîda ser Serokatî rabe emê bi biryar berdewam bike.”
Çalakî bi sloganên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.