MEXMÛR – Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Xetab ê navçeya Mexmûr a Mûsilê li Iraqê.
Di êrişê de ji hêzên ewlekariyê Serpêl Xalid El Fethî El Serhîd, Mihemed Fethî El Serhîd, Ebdulstîr Casim Mihemed Husên û Şakir Mehmûd Xetab hatine kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku 8 sivîl jî birîndar bûne. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya sivîlan agahiyên zelal nehatin girtin.