NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedêr û Pêşengê berxwedana Zindana Amedê M. Xeyrî Durmuş…
Sembola rûmet û berxwedanê nayê dadbarkirin, ew didarizîne.
“Ez di serî de ji hemî girtiyên ku li vê salona dadgehê rûniştine berpirsiyar im. Heya nuha, min nikarîbû hewcedariyên vê berpirsiyariyê bi têra xwe bicîh bînim. Ji ber vê sedemê, ez dixwazim diyar bikim ku ez li pêşberî dîrokê, gelê xwe û hevalên xwe xelet bûm. Darizandina me ji bo mebestên siyasî ne. Mîna hemî pratîkên ku ji me re têne rêve kirin, ew hemî jî polîtîkayên hukûmetê ne.
Hûn nekarin wê biguherînin. Polîtîkaya mîlîtarîzasyonê ya ku li hember me hatî pêşxistin, bi tevahî bê kesayetî kirin û xiyanetê armanc dike. Em heya îro li bendê ne ku em bikaribin nerînên xwe li vir biparêzin. Lê naha ew jî ji destê me tê girtin û xiyanet wekî vebijarkek tenê li pêş me tê danîn.
Mazlûm Dogan ji bo protestokirina van pêkanînan jiyana xwe ji dest da. Ferhat Kurtay, Necmî Öner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ji ber ku mafê jiyaneke rast nedane me xwe şewitandine. Hat gotin, ‘Hûn ê yan îxanetê bikin û bikevin xizmeta dewletê, yan jî hûn ê jiyaneke li ser bingeha zilm û zordariyê qebûl bikin’ û çareyek din jê re nehat hiştin.
Ji ber ku tê xwestin ku jiyan li hember me wek çekek were bikaranîn di berdêla xiyanetê de nebe, wê demê em jî vê jiyanê red dikin. Ger jiyan kevirek mil e ku bi stûyê me ve daliqandî ye; Ez dixwazim careke din diyar bikim ku em vê jiyanê qebûl nakin. Ji îro pê de, ez dest bi rojiya mirinê dikim.
Ez endamê komîteya navendî ya PKK’ê me. Hun min ji ber vê dadbar dikin. PKK weke tevgereke nû ji dayik bû, pêş ket û bû kabûsê serdestan. Yek ji sedemên darbeya 12’ê îlonê tasfiyekirina PKK’ê ye. Sedema ku polîtîkayek ewqasî hovane ya li dijî me tê meşandin ev e.
Di şexsê girtiyan de li salona dadgehê gel tê darizandin. Ev ne tenê pirsgirêka min e. Pirsgirêka gelê Kurd a ji bo azadiya xwe tî ye… Hûn dixwazin me biqedînin. Hûn plan dikin ku vê yekê pêşî li Zîndana Amedê û paşê jî li derve bikin. Lê em ê nehêlin ku Partiya me û gelê me di şexsê me de tasfiye bibe. Em birçî û tî bimînin, êşkenceyan bikişînin, heke pêwîst be em xwe feda jî bikin, lê dîsa jî em destûrê nadin vê yeke.
Heta îro we nehişt ku em biaxivin. Lê ez ê biaxivim. Armanca rojiya mirinê; îşkenceyên ku li girtîgehê û dadgehan protesto kirin, xiyaneta ku li nasnameya me ya siyasî û kurdîtiyê tê kirin li dijî van derketine. Ger ez bikaribim bi vî awayê mirinê ji hevalên xwe, gelê xwe û mirovahiyê re sûd werbigirim, ez ê pir bextewar bibim.
Tevî ku min bi hemû hewildanên xwe ve xwe spartiye vê dozê, lê ez dizanim ku min hîn jî erka xwe ya li hember gelê xwe bi tevahî pêk neaniye. Ji ber vê yekê ez dixwazim li pêşberî her kesî diyar bikim ku ez her dem deyndarê gelê xwe me… Ji bo her kesê dilsoz ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan û daxwaza jiyana azad bawer dike, erka mirovahiyê ye ku serî li hemû rê û rêbaz, ev tişt mirin be jî, ji bo serketina vê têkoşînê ye. Tiştê ku ez bibêjim bi kurtî ev in… ”