LEVERKUSEN – Meşa Dirêj ku bi pêşengiya Tevgerên Ciwanan ên Ewropayê pêk tê û bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonalîst tevlî bûne, li bajarê Leverkusenê di roja duyemîn de ye.
Meşa Dirêj ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir û wê heta bajarê Aachenê dewam bike.
Ciwan serê sibehê li navenda bajarê Leverkusenê li hev civiyan û bi coş dest bi roja duyemîn a Meşa Dirêj kirin.
Ciwanan di meşê de tîşortên bi nivîsên “Freedom for Ocalan” û “Werin Cenga Azadiyê” li xwe kirin.
Di meşê de pankartên bi nivîsên “Azadî ji Ocalan re”, “Şehîd namirin” û “Werin Cenga Azadiyê” hatin hildan.
Ciwanan ji navenda bajarê Leverkusenê ber bi Benrath a Dusseldorfê dest bi meşê kirin, lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.
Polîsan hewl dan ciwanan destgîr bikin, ciwanan nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku ew ê destîgkirinê qebûl nekin.
Dema ku nûçe dihate amadekirin, aloziya li qadê dewam dikir.