DUSSELDORF – Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Têkoşer, ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê dest pê kir û ber bi Aachenê dewam dike, wê di roja sêyemîn de bê şopandin.
Doh tevahiya rojê polîsên Elman dor li ciwanan pêçan, h ewl dan asteng bikin. Li gel vê yekê ciwanan li ber xwe dan û çalakiya xwe dewam kirin.
Ciwan di roja duyemîn de bi 20 kîlometreyî meşiyan û gihîştin Bentrath a Dusseldorfê.
Ciwanan danê êvarê li ser mijarên girîngiya rêxistinbûnê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li Kurdistanê semîner li dar xistin.
Di semînerê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Şehîd namirin” hatin qîrîn.
Ciwan wê îro ji Bentrath a Dusseldorfê ber bi navenda bajêr ve bimeşin.