NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku wan dest bi ‘pêngava têkbirinê’ kirine û li ser çalakiyên ku lidar xistiye ev agahî parve kir.
Daxuyaniya Zarokên Agir wiha ye:
“Me bi hemleya çokdanînê hima bigire li her derê Tirkiyê Tirkên faşîst kir nava çembera agir. Wekî jin,
zarok, extiyar û ciwan yên ku çav berdaye azadî, namûs, welat û dest dirêjiyê dikin ew di nava agirê
tolê de hiştin deynê stuyê me ye. Hûn ne dikarin bi me Kurdan çok bidin danîn ne jî stuyê me bidin
tewandin. Kurdên ku dibêjin kêr gihîşt hestî, yên ku dibêjin ma em dikarin çi bikin, tişta ku pêwîste bê
kirin divê tevlî hemleya çokdanînê ya ku înîsiyatîfa Zarokên Agir daye destpêkirin bibin û yên
dijmintiya Kurdan dike û yên piştgirî dide wan cihên ku lê jiyan dikin û çi tiştên wan heye bişewitînin.”
Navarokê çalakiyan:
“11’ê Îlonê li navçeya Sariçamê ya Edeneyê li Herêma Pîşesaziyê ya Haci Sabanci, febrîqeyeke tekstîlê hate şewitandin û beşek ji febrîqeyê bi temamî şewitî.
10’ê Îlonê li Umraniye ya Stenbolê mînîbuseke faşîstê ‘dijminê Kurdan’ hate şewitandin.
5’ê Îlonê li navçeya Arîfiye ya Sakaryayê febrîqeyek û navendeke hilberîna paletê hatin şewitandin.”