AMED – Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li navçeya Seyrantepe ya Amedê tiryakfiroşekê ku bi nav B.K ceza kir.
Kesê bi navê B.K ku hat tespîtkirin ku firoşkarê tiryakê ye, li yekîneya DGH’ê re îtîraf kir û der barê kesê ku tiryak dabûyê de agahî da.
Yekîneyên DGH’ê têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin;
“Ji BK’yê ku ji aliyê Yekîneya me ya DGH Seyrantepeyê ve hat tespîtkirin ku tiryakfiroş e, hişyarî û cezayê pêwîst hat dayîn. Firoşkarê tiryakê yê bi navê BK got ku ew çavkaniya tiryakê ji kesê bi navê kod “dede” bi kar tîne ê bi navê esas Baran Daşli ye. BK wiha got: Baran Daşli xwediyê qehwexaneyê yê ku li taxa Huzur Evlerî rûdinê û di bazirganiya narkotîkê de navê kod “DEDE” bikar tîne.
Divê gumana gelê me tune be ku em ê wek DGH ‘ê bersiva pêwîst bidin kesê ku hewl dide ciwanên me jehrî bike. Yên ku hewl didin gelê me û ciwanên me jehrî bikin bila bizanibin ku dê bêhna me her tim li stûyê wan be.