ŞIRNEX – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alî Çîçek a DGH’ê ragihand ku li dijî mala Kerîm Ecer ê li Silopiya Şirnexê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkarî kiriye, çalakiyeke bi molotof pêk aniye.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alî Çîçek a DGH’ê diyar kir ku Kerîm Ecer ê bi eslê xwe ji Beşebapê ye û li navçeya Silopî ya Şirnexê dijî, cerdevanê dagirker ê Tirk e û beşdarî operasyonên li dijî gerîlayên azadiyê bûye.
Têkildarî çalakiyê DGH’ê ev tişt gotin;
“Di 5’ê Îlonê de li ser mala Kerîm Ecer ê ku li kolana 881. a Ş. Taxa Harun Boy dijî, molotofek hişyariyê hate kirin. Di encama çalakiyê de zirara madî çêbû. Yekîneya me bi awayekî saxlem gihîştin cihên xwe.”