NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a Yurtsever Gençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Danasîna vê mehê de edîtorên Kovarê wiha dibêjin:
“Kovara me ya Yurtsever Gençlik a hejmara meha îlonê bi şiyara ‘’ Qirkeriya Faşîzma 12 İlonê Bi Vîna Ciwantiya Apoger Hate Têkbirin.’’ bi were ye. Di hejmara meha îlonê de edîtorên kovarê ji bo ciwanan nivîsên gîrîng amade kirin. Di vê hejmara kovara me de, Perspektîfên Rêber Apo, Ji berxwedêrên şahidê zindana Amadê, Nirxandinên liser derbeya faşîst a 12 ê îlonê, perspektifên ciwan û jinên ciwan, portreya Stêrka sor ê ciwanan Elî Çîçek, û şerê gelê şoreşgerî cih digirin.
Me bixwînin, heqîqatê binasin
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin.
Hûn jî dikarin liser van navnîşanan xwe bigîhînin kovara me ya Yurtsever Gençlîk.”