COLEMERG – Li Şemzînanê di dema derbasbûna konvoya leşkerî de, teqînek dijwar rû da.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî girtine, dema ku konvoya leşkerî li nêzî gundê Zêvkanê derbas dibû teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku di teqînê de gelek mirî û birîndar hene û gelek ambulans hatine şandin.