AMED – Dîcle Elektrik Dağıtım A.Ş (DEDAS) bi hinceta astengkirina bikaranîna neqanûnî xwest pîvanên elektrîkê li hin parêzgeh û navçeyên herêmê bar bike, bû sedema pevçûnên li navçeya Licê ya Amedê.
Tîmên DEDAŞ’ê yên ku neçar mabûn du caran karê xwe bidin sekinandin, piştî ku şêniyên Taxa Yenîşehîr a navçeyê hefteya borî destûr nedan ku pîvanên wan li ser stûnan bên danîn, vê carê bi polîsên faşîst û polîsên çewîk re hatin cem hev.
Kesên ku li dijî rakirina qaseyên xwe yên li ser stûnan li ber xwe didin, hem bertek nîşanî tîmên DEDAŞ’ê hem jî polîsan dan. DEDAŞ a ku di encama bertekan de cara sêyemîn mecbûr ma ku karê xwe rawestîne, li gel polîsên faşîst êrîşî gel kir. Gel bersiv da êrîşan û xwe parast.
Pevçûnên di navbera gel û polîsên faşîst de didomin.