AMED – Çalakiyên li dijî DEDAŞ’ê yên li Licê bi êrîşa polîsan veguherî pevçûnê.
Li navenda navçeyê bûyer bi saetan berdewam dikin. Di dîmenên ku me bi dest xistin de, xweparastina gel a piştî êrîşa TOMA’yê ya li dijî mirovên hatin cem xurtkeran, dewam dike.
Di dîmenan de, ku ciwan nahêlin polîs derbas bibin, tê dîtin ku tevahiya navenda navçeyê hema bêje bi ewrên gaza bîberê hatiye pêçandin.
Pevçûn didomin.