AMED – Doh di nava rojê de DEDAŞ’ê bi destê zorê xwest ku li Licê dijî gel kar bike. Gelê Licê destûr neda vê û doh hema hema hemû rojê çalakî û pevçûn derketin. Tevahiya rojê tenê dîregek hate çêkirin lê ev dîrek serê sibê hat dîtin ku pir ji berxwe neda ye.
Serdegirtinên Malan
Gelek welatiyên ku li navçeya Licê pêkanînên DEDAŞ’ê şermezar kiribûn û polîsan mudaxileyî wan kiribû, bi serdegirtinên malan de hatin revandin.
Polîsan li navçeya Licê ya Amedê, bi ser malên welatiyên ku li dijî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan derketibûn de girtin. Di serdegirtinên ku bi şev hatin kirin de, polîsan li malan demeke dirêj lêgerîn kirin. Gelek welatiyên ku di nava wan de Bayram Aygurt, Ferît Doman, Ferdî Erdînç, Reşat Taşdemîr, Arîf Bozkûş, Kadîr Doster û Yilmaz Şanli jî hene hatin revandin. Hat diyarkirin ku polîsan îşkence li kesên hatin revandin kirine.
Polîsan duh li taxa Yenîşehîr a navçeya Licê ya Amedê mudaxileyî şêniyên taxê ku li dijî derxistina saetên ceyranê ya ser dîrekan a Tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) derket, kiribûn. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê êrişî welatiyan kiribû û gule berdabûn hewayê. Welatiyan jî barikat avakiribûn û bi keviran bersiv dabû polîsan.