LAVRÎO – Penaberên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê di roja 256’emîn de didome. Li ciyê çalakiyê pankarta “Greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a wargeha Lavrîoyê di roja 256’an de berdewam dike” hat daliqandin. Berî merasîmê ji bo cangoriyên rêya azadiyê rêz hat girtin.
Çalakger û siyasetmedar Ahmet Kaya axivî û diyarkir ku wek wargeha Lavrîo heta tecrîda li ser Serokatî rabe ewê bi biryar berdewam bike û wiha got:”Wek hûn dizanin bi biryara tevgerê girtîgehan çalakî bı dawî kirin. Em wek wargeha Lavrio û Mexmûrê em berdewam dike. Heta agahiyek ji me re were emê çalakiya xwe bi biryar dewam bikin.” Piştî axaftinan koma 51’emîn peywira dewrî koma 52’yemîn kir.
Çalakî bi sloganên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan azadî” bi dawî bû.