NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Emîne Şenyaşar dayikek Kurd e. Sala 2018’an çeteyên AKP’ê hevjînê wê û du zarokên wê qetil kirin. Bûyer jî li navçeya Rihayê Pirsûsê pêk hat. Çete û kontrayên AKP’ê li pêş çavê her kesî malbatek tine kirin. Piştî vê bûyera hovane jî kurê Emîne Şenyaşar girtin û avêtin hepsê. Yên li derve mayî ango Emîne û kurê xwe Ferît jî bi daxwaza edaletê her roj diçin pêşiya edliyeya Rihayê. Ev çalakiya ji bo edaletê zêdetirî 6 mehan e ku dewam dike. Her roj li pêşiya avahiya dewletê vê çalakiyê dikin û kes qêrîna wan nabihîze.
Dewleta Tirk bi ser halan de malbatê ceza dike. Fadil Şenyaşar ku niha di girtîgehê de ye, 37 sal ceza danê, lê yên komkujî kirine li derve ne. Ji ber ku AKP’yî ne, nayên girtin û tevî vê yekê jî ji AKP’ê bûne parlamenter.
Belê em qala çalakiyeke 6 mehan dikin. Dayikek nexweş ku hevjînê wê û du kurên wê qetil kirine. Kurekî wê jî girtî ye. Ev dayîk her serê sibê doza edaletê dike û ji bo edaletê diçe pêşiya avahiya fermî ya dewletê. Em qala heq, hiqûq, edaletê nakin. Li vê derê ya girîng xwedîderketina li dayikê ye.
Dibe ku ev bûyer bi serê we de jî hatiba yan jî were. Ji ber ku desthilatdariyeke faşîst heye û li her derê Kurdan qetil dike. Yê hesab dipirse tineye û kes dengê xwe dernaxe. Zilmeke nayê gotin, bi serê malbatê de hatiye. Her roj qêrîna wê dayikê heye, lê edalet tineye. Edalet wê çawa pêk were, meseleyek dirêj e. Lê li vê derê ya divê, piştgiriyeke xurt e.
Li ber çavan wêneyekî faşîzmê heye. Dewletê malbatek tine kiriye û bi ser halan de yên filitî jî ceza dike. Di vî wêneyî de dewleteke kujer û Kurd hene. Eger Kurd li vî wêneyî temaşe bikin wê her roj werin kuştin. Lê heger dixwazin vî wêneyî biqetînin, divê dawî li faşîzma dewletê bînin. Ji bo vê yekê jî piştgiriyeke xurt lazim e. Mesela divê Emîne Şenyaşar bi tenê neyê hiştin. Doza wê malbatê doza Kurdistanê hemûyî ye. Eger mesele edalet be divê parêzerên Kurd malbatê bi tenê nehêlin. Eger mesele têkoşîn be divê têkoşerên Kurdistanê li cem malbatê bin. Ew malbat bûye semboleke doza Kurdistanê. Di şexsê wê malbatê de rewşa Kurdan û ya Kurdistanê tê dîtin.
Dewleta Tirk, Kurdistan kiriye dojeh. Her roj çiya û daristanên li welatê me dişewitîne. Kurdistanê li Kurdan diherimîne û wan koçber dike. Ev dewlet dixwaze kes li Kurdistanê nemîne û her kes jê bireve. Ji bo vê yekê jî çiqas polîtîkayên qirêj hebin, wan dike. Li aliyekî dihêle ku xelk ji welêt birevin û biçin metrepolên Tirkan yan jî derveyî welêt. Li aliyê din Kurdistanê dagir dike. Roj tineye ku Kurd li welatê xwe neyên kuştin. Roj tineye ku Kurd neyên girtin û êşkence li wan neyê kirin. Ev wêneyê faşîzmê ye. Eger Kurd li vî wêneyî temaşe bikin û ji halê xwe razî bin, dawî wê li faşîzmê neyê. Tişta ku dewlet jî dixwaze, ev e. Faşîzma xwe bi rewşeke asayî nîşan dide. Dixwaze her kesî fêrî faşîzmê bike û razî bike. Ji bo vê yekê ye ku kêliyekê jî navberê nade faşîzma xwe. Ji Kurdan re kuştin, girtin û êşkenceyê rewa dibîne. Tişta ku li malbata Şenyaşar jî tê kirin, mînakeke vê faşîzmê ye.
Eger Kurd ji vê faşîzmê re serî bitewînin, wê her roja wan dojeh be. Divê qîma kesî bi vê jiyanê neyê û her kes nerazîbûna xwe bîne ziman. Bêdengiya li faşîzmê, cesaretê dide faşîstan. Her kes divê ji aliyê xwe ve dengê xwe derxe. Kî çiqasî bike, divê bike û ji vê jiyanê nerazî be. Ji ber ku girtin, kuştin, êşkence û koçberî ne qedera me ne. Divê kes nebêje, qedera me ev e. Eger em vî wêneyê faşîzmê biqetînin edalet wê pêk were. An jî heta hetayê em ê bi vê qedera reş û tarî re bin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA