BEHDİNAN – Li zindana Amedê dîrok ji nû ve hat nivîsandin. Yên ku dîrok nivîsandine vejîn û têkoşîna gelan ji her kesî re, ji dost an ji dijmin re nîşan daye. Li zindana Amedê xiyanet û teslîmiyet li pêşberî berxwedana hatiye pêşxistin têk çû.
Davut Karasu, yek ji Fermandarên HPG’ê ye ku di darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980î de beşdarî berxwedana dîrokî ya Zindana Amedê bû, ji Nûce Ciwan re qala Şehîd Alî Çîçek kir.
Roportaja ku me ji fermandarê HPG’ê Karasû re çêkir beşa xwe ya duyemîn û dawî wiha ye:
Heval Elî Çîçek di rojiya mirinê deye. Gelek heval jio ku moral bigirin bang li heval Elî Çîçek dikirin. Rewşa wî dipirsîn. Heval Elî Çîçek pir kêfxaweşe kêf kêfa wî ye. Jiber ku ketiye çalakiyê. Ew nêzî salek û nîve hiç çalakî nekiriye sebra wî nayê. Jiber ku ketiye rojiya mirinê ji kêfa difire û li cihê xwe nasekine. Jiber vê jî hevalê Xeyrî DÛRMÛŞ Jibo hevalê Elî Çîçek di rojiya mirinê de ev tespît kir û got: ‘’ Elî Çîçek stêrka sor a partiya me ye. Her tiştê baş ku mirov ji bo Elî Çîçek bibêje heq dike.’’
Hevalê Xeyrî Dûrmûş di cîhanê de însanek herî zêde îşkence dîtiye. Lê heval Xeyrî di îşkenceyê de tu carî negotiye ‘’Of’’ yek peyvek nedaye dijmin. Jiyana herî zor û zehmet kişandiye. Terzê çalakiya mirinê ya herî zor ji xwe re hilbijartiye. Deqe deqe roj bi roj di rojiya mirinê de dihelejî di wê demê de jî dibêje ‘’Liser kevirê qebra min binivsînin deyîndare.’’ Însanê ku vî gotinê bike însanekî gelekî mezin e. Heval Xeyrî xwe deyîndarê Kurdistanê dibîne, deyîndarê Şoreşê dibîne ama ji bo heval Elî Çîçek jî dijê ‘’her tiştê baş ku mirova jibo Elî Çîçek bêjê heq dike.’’ Heval Elî Çîçek di rojiya mirinê de piştî Heval Kemal PÎR, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz şehîd dikeve. Di 17 ê Îlonê de giha şehadetê. Di esasê xwe de giha jiyanê. Divê tu carî vê jibîr nekin. Pêşengên rojiya mirinê ku di 14 Tîrmehê de hatiye destpêkirin bûne pêşengê roja şerefa netewî. Heval Xeyrî Durmuş dema ku biryara vê rojiya mirinê distîne dizane ku ew jiyana nû dide afirandin. Jiber vê yekê peyra mirinê ku di rojiya mirinê de derbas dibe ji bo wan hevalan belkî bibe wek heqaret. Jiber vê yekê jî eger mirov bêje rojiya jiyanê dibeku hîn zêdetirr di cihê xwe debê. ji ber ku mevziya vê çalakiyê de yê ku herî dawiyê gihaşt jiyana xwe ya heqîqetê hevalê Elî Çîçek e. Dijmin li hember vê rojê û li hember vê îradeyê çong daniye erdê. Dijmin ji aliyê îradeyê ve şikest. Îradeya van hevalan bi serket. Di şerde qezenç kirin. Heval Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek di çepheyê de serketin. Cihê ku tu îradeya dijmin bişkînî û îradeya te biserkeve di wêderê de mirin nîne. Jixwe mirin tiştekî fîzîkî nîne. Mirin bi rengekî din berdewam kirina jiyanê ye. Eger tu jiyanê biafirînî bê mirinî. Eger tu rê li pêşiya heqîqeta jiyanê vekî, pêşiya gel vekî, li pêşiya însaniyetê rê vekî û tu bixwe bibî rê; tu bibî rêberê vê rêyê di wê derê de mirin nîne. Di wê derê de jiyan heye, serkeftin heye. Çalakiya sembola me Ciwantiyê heval Elî Çîçek vî îfade dike. Herkes zû bi zû nabe sembol. Kî dibe sembol? Kêsên ku diafirînin, yên ku dibin rêberê jiyanê, yên ku ji kesên rêya xwe şaş kirine re dibin ronahî dibin sembol. Sembol ew kesin ku mirov dixwazin di jiyanê de xwe bigîhîninê.
Elî Çîçek çitaya ciwana ye. Yanî pîvane. Di aliyê jiyanê de tê xwe bigîhîniyê, di aliyê şexsiyetê de tê xwe bigîhîniyê, di aliyê herikbariyêde, aliyê biryardariyê, ji aliyê hedefêde ,ji aliyê îradeyê de tê xwe bigîhînî Elî Çîçek. Elî Çîçek îradeya dijmin şikandiye û li hember wî îradeya gel bi ser xistiye. Elî Çîçek serkeftine. Eger ku tu biser bixî tê bibî hevalê Elî Çîçek. Tu yê kengî serkeftinê dest bixî. Di jiyanê de bixî destê xwe, li hember dijmin di çalakiyan de tu dixî destê xwe. Dema ku tu çongê dijmin bicirîfînî tu wê demê dibî hevalê Elî Çîçek. Yê ku Esad Oktay ji zindanê amadê rev bi rev da revandin ev bû. Ê ku siyaseta dewleta tirk a ku sond xwariye ku dibêje ‘’Di zindana Amadê de careke din ev serhildana kurdan ku hatiye çêkirin ezê biqedînim û ezê wan bikim xayînê welat’’ wî ev siyaseta dijmin vala derxistiye û zindana amedê xistiye akademiya Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Xeyrî Durmuş û Elî Çîçek eve. Serkeftin eve. Hedefa dijmin vala derxistin, hedefa xwe serxistine. Eger ku em îro liser Şopa Elî Çîçek dimeşin û bi rastî jî em dixwazin bi Elî Çîçek re hevaltiyê bikin şertê vî hene. Emê di serkeftinê de kîlît bibin. Emê di îradeyê de xwe ewqas xurt bikin ku em îradeya dijmin bişkînin. Emê pêşentiyê bikin, pêşengtiya gel. Di vê rêya ku Elî Çîçek vekiriye de emê ji gel re pêşengtiyê bikin, rêxistin bikin û bi xwe re bidin meşandin. Heke na wisa jiyaneke basît, ji rêzê, bi jiyanek ku îro pênç hezar sal ku li hember te şer dike li hember pergaleke bi vê şeklê wisa bi jiyaneke basît û jirêzê şer kirin û serkeftin mumkun nîne. Bi terzê heval Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Mazlûm Dogan û Elî Çîçek bi serbikevî. Tu yî hemû keştiyên xwe bişewitînî, pirên xwe hilweşînî. Tu yê bi şoreşê û bi Elî Çîçek re bibî yek. Encax bi bi wî rengê dikarî dijmin bişkînî. Di rojiya mirinê de tu hedafa dijmin perçe perçe dikî, îradeya wî bin dixî û siyaseta wî belav dikî. Tu di hucreyan de nîne dest û lingê te girêdayî nîne kî tu dikarî serkeftinê bidest bixî, ama bi îradeya Elî Çîçek, b, ruhe wî dikarî biser bixî. Ev hedefên me ne. Eger emê bi rastî jî xwe dihedefê de kîlît bikin hedef eve û kîlît jî terzê hevel Elî çîçek e. Bi qasî serê derziyê jî tereddûte hebe divê tu wî jî bikujî û wisa bimeşî. Bangawaziya me ji bo hemî Ciwanan eve.
Elî Çîçek di 16, 18 saliya xwe de bi dijmin re dest bi şer kir û bû tirsa dilê dijmin. Mintiqaya ku havalê Elî Çîçek lê çalakî kiriye buye weke melkemokê ( Kabus) dijmin. Dema ku şehîd ket nû gihaşt 20 saliya xwe. Jiyana xwe ya di nava partiyê de 3 an jî 4 sal bû. Lêbelê dunyayek ava kir, soreş ava kir. İnsaniyet xuluqand di hundurê çar salan de. Emê bi hevalê Elî Çiçek re hevaltiyê bikin, nekin? Emê liser şopa wî bimeşin, nemeşin? Emê ciddî nêzîk bibin an na? Tereddutek biçûk, bê cîddîyetî mirov ji hedefê dûr dixe. Mirovan ji jiyana şehîdan a bi rûmet dûr dixe. Ciwan pêşengê însaniyetê ne. Ne ku tenê pêşengê welatekî ne. Em rola wan picûk bibînin ne raste. Ciwan û jinên ciwan pêşengin. Eger ku vê mezinahiyê di xwe de çênekin, li gora hedefên pêşiya xwe mezinahiyê di xwe çênekin, mezinahiya pêşengitiyê di xwe de çênekin ewê bikevin xwarê. Mezin nabin.
Em dikarin vî wek şahidekî ku bi Elî Çîçek re maye, demeke kurt be jî hinekî hevalê Elî Çîçek naskiriye, bi korî û toppalî be jî hinekî hevaltiya Elî Çîçek kiriye wek şahidekî daxwaziya min ji hemî hevalan, ji hemî ciwanên keç û xort eve ku em li pey hevalê Elî Çîçek bimeşin. Em hevalê Elî çîçek big3ihîjinin xeyala wî. Em jî ligel wî ber bi xeyalên wî ve bimeşin. Di vê roja şerefa netewî de em jî bigihijên wê mezinahiyê. Hemî ciwan vê mezinahiyê heq dikin û layîqê wê mezinahiyê ne. Li ser vî esasê ez ji bo hemî ciwanan wek xort û jin di rêka hevalê Elî Çîçek û di pêşentiye însaniyetê de careke din serkeftinê dixwazim û exlaq û hurmetê xwe pêşkeşî wan şehîdan û pêşkeşî yên ku di rêya wan de dimeşin dikim.