NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Ewropa, Tevgera Ciwanên Şanoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) bang li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst kirin ku li dijî xiyanet, faşîzm, êrîşên qirkirinê û tecrîdê seferber bibin.
Bangawaziya Ciwanan wiha ye:
“Berî her tiştî, em, wek tevgera ciwanan, Gerîla’yê ku di her asta Kurdistanê de li berxwe da, li Zapê,
Metîna’yê Avaşîn û Zendûra’ yê destanek mezin pêşan da silav dikin. Weke ku tê zanîn, em wek
Tevgera Azadiyê û Tevgera Ciwanan serdemek pir dîrokî dijîn. Êrîşên ku faşîzma AKP-MHP’ê bi
awayekî sîstematîk weke têgîn pêş xistiye, bi rengekî gelekî berfireh tên pêşxistin. Eşkere ye ku hewl
tê dayîn êrîşa qirkirinê were kirin. Eşkere ye ku têgeheke ku Kurdan qebûl nake û hema wan tune
dike, hatiye pêşxistin. Ev jî xeta xiyanetkar a KDP re dike yek û êrîşên xwe pêş dixe. Êrîşên ku faşîzm bi
rengekî hovane li ser wan pêş ketiye, gihiştine asta herî jor. Ya rast, êrîşên sîstematîk û tecrîda ku li
ser Rêber APO pêş ket gihişt asta îşkenceyê, û di şexsê Rêber APO de gelek xist bin tecrîdê. Wekî TCŞ
û TekoJIN, em dikarin wê bi zelalî ragihînin. Rêbertiya me xeta me ya sor e. Weke ciwanên Kurdistanî
û Enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn, em dikarin diyar bikin ku em amade ne li pêşberî her êrîşa li
dijî Rêbertiya me agirê şoreşê li kolanan pêxin. Ev dem dema çalakiya bi pêngava “Werin Cenga
Azadiyê” ya ji aliyê tevgera Ciwanan ve hatiye destpêkirin e. Ev dem dema wê ye ku her ciwanek bi
berpirsyarî tevbigere, bi gotina “dem dema azadiyê ye” xwe bi Gerîllayê ku bi lehengiyeke mezin li
Zap, Metîna, Avaşîn û Zendûra li ber xwe da, bibe yek. Weke TCŞ û TekoJIN, em her ciwanekî ku li
Ewropayê dijî vedixwînin ku tevlî seferberiyê bibe.”