STENBOL – Ciwanên welatparêz li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gelek çalakî li dar xistin. Ciwan herî dawî li navçeya Eyûb a Stenbolê li xebata li ser dîwaran nivîsandin û çapkirinê disekinin.
Ciwanên welatparêz bi nivîsandina “Rêbertiya Azad Kurdistana Azad”, “Bi Rêberê me re, serketin wê ya me be”, “Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya serokatî li kolanan bin” bal kişandin ser fikir û ramanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Ciwanên welatparêz di dawiyê de tekez kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêk were wê li qadan bin.