NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyêye” ve, DGH di meha Îlonê de li Stenbolê çalakiyên cûrbicûr pêk anî.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) vê mehê li Stenbolê gelek çalakî pêk anîn.
DGH’ê têkildarî çalakiyên ku pêk anî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelan neyê şikandin ew ê wekî ciwanan li dijî faşîzmê serî li her cure çalakiyan bidin.
Çalakiyên berbiçav ên di daxuyaniya nivîskî ya ji hêla DGH ve hatî parve kirin de ev in:
– Di 2’yê Îlonê de yekîneya tolhildanê ya Şehîd Mizgîn Xerzan cerdevanek li nuqteya Kontrolê ya Sultangazide ceza kir.
-Di 7-8’ê Îlonê de yekîneya DGH, DGK-H Şehîd Agit Kop li taxên Arnavutköy, Sultangazi û Kanarya pankart daliqandin.
– Di 14-15ê Îlonê de bombeya deng avêtin cihê ku tiryakfiroşan li Sûltangaziyê bikar dianî û cîh bi giranî xisar dît. Di heman rojê de, bombeya deng avêtin wesayîtekê, ku cerdevanan jî ew bi kar anî, û wesayît hat ruxandin.