SILÊMANÎ – Gencanî Welatparêz li Başûrê Kurdistanê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevgerê de ye.
Beşa ekolojiyê ya girêdayî Tevgera Gencanî Welatparêz ji bo balê bikşînin li ser xwezaya ku ji aliyê faşîzma Tirk ve tê talankirin bi komeke şaxewanan ve derketin li çiya.
Koma ku derket li ser çiya diyar kirin ku armanca wan ji bo hestiyariyekî bide avakirin û talankirina xwezaya kurdistanê re bibe bersivek.
Daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku Kurdistan bi hezaran sale bi xwezaya xwe ve bihuşteke lê dagirker dixwazin vê bihuştê vegerînin dojehekî. Wek ciwanan taybet jî li Başûr de ewên destur nedin ku polîtîqayê dij xwezaya Kurdistanê ya dewleta Tirk pêk bê. Ji ber vê yekê bangawaziya wan ciwanan re ev e ku li xwezaya Kurdistanê xwedî derbikevin û li dijî dewleta Tirk li gel gerîlayên azadiyê cihên xwe bigrin.
Ciwanan heman demê de dijminatî û îxaneta PDK’ê jî bi tund şermezar kirin.