NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker komek kolberên li ser sînorê Urmiye û Wanê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kolber hatin kuştin, 2 kolber birîndar bûn û 8 jî hatine binçavkirin.
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistan û Wanê ya Bakurê Kurdistanê, komek kolber bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafiran koma kolberan li gundê Kuranî ya dikeve ser herêma Soma ya Biradost a li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, bombebaran kirine.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di encama bombebaranê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku 8 kolberên din jî ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker yên li ser sînor ve hatine binçavkirin.