NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya însiyatîf Jinên Tîrêjên Rojê de hate ragihandin, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li gelek bajaran çalakî hatine lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê 21’ê Îlonê li Okmeydani ya Stenbolê 4 wesayitên luks ên ‘faşîstan’ hatin şewitandin.
20’ê Îlonê li navçeya Dûrsûnbeyê ya Balikesîrê di encama ‘şopandina teknîkî û taybet’ de 3 TIR ên faşîstekî tevî malzemeyên tê de hatin şewitandin.
Heman rojê li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê li dijî bekçiyan bi ‘çekên ferdî’ çalakî hate lidarxistin, di encamê de bekçiyek birîndar bû, du jî reviyan.
19’ê Îlonê li navçeya Malkara ya Tekîrdagê avahiye ‘faşîstan’ hate şewitandin.