ATÎNA – Di çarçoveya pêngava “DEM DEMA AZADIYE” ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) de li paytexta Yewnanîstan Atînayê stand hat vekirin.
TCŞ têkildarî vekirina standê ev tişt parve kir;
“Ji bo bal kişandin û lanetkirina tecrîda li ser Rêber APO, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO û protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd, em 3 rojan standekî vedikin. Çalakiya me di roja duyemîn de bi coşek mezin didome. ”
Standa ku li meydana Syntagma, meydana herî navdar a Atînayê û mala parlamentoyê hat vekirin, bala raya giştî kişand.