ŞEHBA – Di bin dirûşmeya “BI RIHÊ JINÊN CIWAN EMÊ ŞOREŞ ÇANDÎ GEŞ BIKIN” de Sêyemîn festîvala Ş.Stêrvan li Şehbayê destpêkir.
Di bin pêşengtiya Jinên Ciwan de û Ciwanên Şoreşger de destpêka festîvalê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyekî rêzgirtin ve dest pê kir.
Bi Awazên Efrînî û govendên azadiyê bi tilîlî û çepikên dayîkan festîvalê berdewan kir.
Li ser navê Kordînasyona Jinên Ciwan FERÎDA NEESAN axivî , got ku em vê festîvalê li hemî gelê Efrîn û Şehbayê û şehîdên doza azadiyê pîroz dikin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin.
Şoreşa çandî ji jin û afrîneriya jinê ve destpêkir , heya em hebin emê jiyana her jinekê bi afrînin û pêşbixin.
Destpêka festîvalê de Dayîka Ş. STÊRVAN axivî , got ez bi şehîda xwe serbilind im.
Di nava rojê de timû tim duruşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin avêtin
Li dawiyê jî bi govend û stranên şoreşgerî bi moral û heyecanekî mezin hat bi dawî kirin.