NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) têkildarî rûniştina darizandina 2 endamên K*VOX û Rouvikonas ên li Yewnanistanê têne darizandin, ku wê 13’ê Cotmehê pêk were, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî li welatên mîna Tirkiye û Kurdistanê yan jî Yewnanistan ku hîn Ewropabûyîn temam nekiriye, narkotîk weke çekek ji bo xerakirina avaniya kolektîf-berxwedanê tê bikaranîn.”
Di dewam daxuyaniyê de hate gotin, “Li gel komên siyasî yıên li taxa Exarchia ya Atînayê, endamên K*VOX û Rouvikonas di têkoşîna dijî sûcê organîzeyî û bazirganiya narkotîkê de bi roleke mezin rabûn. Ev biryara çalakiyê ya yekser, bêguman hêzên din ên li herêmê bêbersiv nehişt. K*VOX vê demê du caran bû hedefa êrişa çekdarî û çeteyan gelek caran bi kêrê êriş birin ser hin hevrêyên wê. Helwesta dewleta Yewnanistanê ya di vê mijarê de nîşan da, ji bo pêşîvekirina li bazirganiya narkotîkê bû. Îro jî li Exarchiayê ku timî polîs diavêje ser, bazirganiya narkotîkê bi şênberî dewam dike û eşker eye ku ev yek li taxa berxwedêr weke polîtîkayeke dewletê tê meşandin.
Di vê pevçûnê de 7’ê Hezîrana 2016’an li Exarchiayê firoşkarekî narkotîkê hate cezkairin, hate kuştin. Milîsên Çekdarî yên Gel “Ένοπλες Ομάδες Πολιτοφυλάκης” bi daxuyaniyekê ragihand ku berpirsyariya çalakiyê li xwe digire. Lê belê tevî ku her tişt li holê ye, dewleta Yewnan 2 endamên Rouvikonasê ku dijberê narkotîkê ne, yekser weke kiryarê bûyerê ragihand.”
‘LI DIJÎ KOMPLOYA SIYASÎ 13 COTMEHÊ LI BER DADGEHÊ BIN’
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Yewnan bi rêya vê dozê dixwze têkoşîna azadiyê, tevgerên ciwanên şoreşger yekser mehkûm bike û hate gotin, “Ev herdu şoreşgerên ku dadgehê ew di Adara 2020’î de berda, bi hin delîlên dûrî ji rastiyê ji nû ve darizand û mehkûm kir. Yek ji van şoreşgeran li nava refên Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên hov bêtirs bi me re şer kir ku N. Mataragkas e. Şoreşgerê din jî G. Kalaitzides e ku li kolanên Yewnanistanê yek ji pêşengên têkoşîna enternasyonal a ji bo gelê Kurd e.
Em bi van hevrêyên xwe re ne û heta doza wan bi azadiyê bi encam bibe em ê bi wan re li ber xwe bidin. Ji bo piştgiriya van hevrêyan em bang li saziyên şoreşger û pêşverû dikin ku 13’ê Cotmeha 2021’ê li ber dadgehê bin.”