AMED – Girtiyên ku tevlî greva birçîbûnê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê û desteserkirina mafan bûbûn, piştî ku di roja 290’an de greva birçîbûnê hate bidawîkirin, ev girtî sirgunî girtîgehên cihê dur dibin.
Hate diyarkirin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê jî çar girtî hatine sirgunkirin. Hate ragihandin Ûgûr Boztaş û Serdar Guzel sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, Nîmetûllah Cînkiliç sirgunî Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê û Abdulhalik Kaplan jî sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hatine kirin.