NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Ferhat Kurtay daxuyaniyek nivîskî da û got, “Di çarçoveya Pêngava Dem Dema Azadiyê ye” de, Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Ferhat Kurtay beriya niha bi daxuyaniyek nivîskî ve hevkar û bazirganên tiryakê hişyar kir bû. Li dijî kesên ku guh nedan van hişyariyan rêze çalakî hatin kirin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Divê gelê me bizanibe ku van demên dawî lîstikên pir qirêj li ser koçberên ji parêzgehên sînor derbas dibin têne kirin. Hevkar û firoşkarên tiryakê bi rêya penaberên ku bi qaçaxî derbas dibin, tiryakê digirin û ciwanên me dikin hedef. Ev kes bi sozên cihêreng ciwanên me yên welatparêz dixapînin, wesayîtên luks didin wan û bi wi avayê wan dikin hêsîrên polîtîkayên dijmin. Divê gelê me yê welatparêz û ciwanên me li dijî wan bibin xwedî helwest.
Ger ku Kurdistan ji her alî ve di bin dagirkeriyê de ye, Rêber Apo bi tecrîda girankirî ji gelê xwe hatiye dûrxistin û milîtanên gelê Kurd bi mezinkirina berxwedana bi rûmet ber bi şehadetê ve diçin di van şertande kesen ku bi karên tîryakê dikin di bibin hedefa me.
Agahiyên derbarê çalakiyan de hatin parvekirin wiha ye:
- Di 17’ê Îlonê de li Taxa Hacîbekir a navçeya İpekyolu ya Wanê li dijî mala hevkar METHI KEÇECİ çalakiyeke teqêmeniye hate lidarxistin. Ev kes, bi kur û biraziyên xwe re, bi qaçaxiya koçberan, veguhastina narkotîkê peyda dike. Ew di encama çalakiya ku ziyanek mezin a madî pêk anî de hat hişyarkirin. Ger wiha bidome, wê bêyî hişyariyê were cezakirin.
- 20’ê Îlonê di saetên êvarê de yekîneya me li kolana Hîsar a navçeya İpekyolu wesayîta hevkar û firoşkarên tiryakê şopand û malên wan ên li Hîsarê 1387. Kolana gundan kir hedef.
Hat tespîtkirin ku ew qaçaxçitiya tiryakê bi rêya qaçaxçîtiya mirovan bi navên kod “Heci Elî” û “Samo” dide. Mala vî kesî ji aliyê yekîneya me ve hate hedefgirtin û kesên ku ji 34 wesayîtên KJ 0097 TRANSPORTER û 65 ED 525 TOYOTA AVENSIS ên ku hatin şopandin, bi çekên ferdî ve hatin hişyarkirin.
Yekîneya me ya ku çalakî li dar xist bi awayekî saxlem gihişt cihê xwe.