ŞEHBA – Êrişên hewayî yên Rusyayê li ser çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li derdora Şêrawaya Efrînê zêde dibin. Piştî gundê Basilê, vê carê balefirên şer ên Rusyayê li gundê Beradê baregehên çeteyan bombebaran kirin.
Ji duh ve balefirên şer ên Rusyayê çend carek gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê bombebaran kirin. Ji saetên sibehê ve jî balefirên Rus du caran navendên çeteyan yên li gundê Beradê ya Şêrawa bombebaran kirin.
Têkildarî encamên êrişê zanyarî bi destneketine, lê tê gotin komên çete yên li van gundan ketine nava tirs û panîkek mezin.
Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de aloziya li ser Idlibê zêde bûye. Duh Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov gotibû “Li Suriyeyê tenê navendek ya terorê maye, ew jî Idlibe. Nuqteyên me yên li wir û nuqteyên artêşa Sûriyê li herêmên bêçek rastî êrişan tên û em nahêlin ew yek pêk were.”
Balafirên Rûs rojên dawî çeteyên dewleta Tirk ên li Cebel Zaviye ya Idlibê, başûrê Idlibê û bejahiya Lazkiyeyê dixin. 2 roj in jî li navçeya Şêrawa ya Efrînê ji hewayê de li nuqteyên çeteyan dixin.
Zêdebûna êrişan jî di demekî de ye ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan xwe ji bo hevdîtina Soçiyê ya 29’ê Îlonê amade dike.