NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku wan di çarçoveya pêngava ‘Bi pêş ve biçe’ de di 28’ê Îlonê de saet di 23.00’an de çalakiyek kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Her du şerîdên rê yên otobanê bi bombeyên bi destan hatine amadekirin û fîşekên hewayî hate girtin. Li ser xaçerêkê pankarta bi bombe hate daliqandin. Ji ber kesên nenas gule li qada çalakiyê reşandine, hêzên me jî gule li van kesan reşand. Piştî şerekî kurt hêzên me bi selametî ji qadê derketine.
Em ê bi vê pêngava xwe pergala êrişên faşîst ên li ser Kurdistan û gelên Tirkiyeyê hilweşînin, Kurdistaneke azad û Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin. Erdoganê faşîst û çeteyên wî li hemberî têkoşîna me ya azadiyê û gerîlayên azadiya Kurdistanê ewqasî têk çûne, êrişî her beşên civakê û xwendekaran dike. Peywira me ev e ku em piştgiriyê bidin her cure berxwedana li hemberî faşîzmê.”