NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan bi manşeta “Bi tolhildana şehîdan em ê komloyê parçe bikin” hejmara xwe ya 221’emîn weşand. Ji mijarên îdeolojîk heta çand û hunerî û dîrokî gelek nivîs di hejmara meha Cotmehê ya Kovarê de hatin weşandin.
Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên demdirêj ên gelê Kurd li Ewropayê ye, cih da gelek nivîsên bi Kurdî, Tirkî û Elmanî. Di vê hejmarê de “Şoreşa Cotmehê” hate nirxandin.
Di kovarê de destpêkê nirxandina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a bi sernavê “Meşa bi rêbaza têkoşînê ya PKK’ê, yekane karê milîtanê PKK’ê ye” hate weşandin. Kovarê piştre cih da nivîsên pespektîfê yên koordînasyonên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer.
Di beşa nirxandinê de jî endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya perwerde û têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî faşîzmê.
Di beşa bîranînê de qala jiyana nivîskarên romana “Vejîna li welatê rojê” Mehmet Saît Uçlu û Îrfan Guler a li nava PKK’ê hate kirin.
Di hejmara Cotmehê de li gel nirxandina gelek mijaran her wiha agahiyên li ser çalakiyên çand û hunerê û pêşniyarên pirtûkan jî hate weşandin.