VIYANA – Aktîvîst li paytexta Awûstûrya Viyanayê danê êvarê li hev civiyan û di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li Floridsdorfê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî tecrîdê çalakî kirin.
Ciwanan belavok xistin qutiyên postayê yên vê herêmê ku piraniya saziyên faşîst li vê herêmê ne.
Ciwanan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êrişên qirkirinê li Kurdistanê dewam dikin û divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan misoger bibe.
Ciwanan ragihandin ku wê li dijî dagirkerî û tecrîdê çalakiyên xwe dewam bikin û ji bo çalakiya 2’ê Cotmehê ya li Strasbourgê li ber avahiya Konseya Ewropayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.