STENBOL – Birayê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wasîyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Her wiha malbatên girtiyên din ên Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Polat Yildirim jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan her wiha bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûrtiya Saziya Ceza Înfazê ya Girtîgeha Girtî a bi Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F’yê ya Imraliyê jî dan.