BASEL – Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê- Yekîtiya Xwendekarên Jin (YXK-JXK) li gel ciwanên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ li bajarê Basel a Swîsre çalakiyek kirin.
Ciwanên ku di saetên şevê de li pêşiya avahiya Novartîs a Swîsreyê hatin ba hev, peymana bazirganiyê ya serbest a di navbera Tirkiye û Swîsreyê de kete meryetê protesto kirin.
Ciwanan daxuyaniyek da û diyar kir ku peymana navbera herdu welatan îro dikeve meryetê û li dijî vê yekê ne. Ciwanan da xuyakirin ku Novartîs dibe hevkarê dewleta Tirk Tirk û destnîşan kir ku di nava 10 salên dawî de bi qasî 200 milyon dolar ji bo Tirkiye rezamenî pêk aniye û welat weke ciheke hilberîna stratejîk dibîne.
Di çalakiyê de ciwanan pankartên bi nivîsên ‘Novartîs destekê dide faşîzma Tirk’, ‘Ji bo Rojava rabe ser lingan’ û ‘Rojava biparêzin’ vekirin û dirûşmên ‘Dibêjin Raweste, şer li vir destpê dike’ û ‘Şirketên kurewî ku bi dîktatoriya Tirk re kar dikin, asteng bikin.’ qîr kirin.